Ji awireke dîrokî ve zimanê kurdî û îngilîzî

E-mail Ji bo çapkirinê PDF

Zimanê îngilîzî di rêza zimanên zikmakî de, bi 322 milyonî sêyem e. Lê di rêza zimanên axaftinê de, bi 400 milyonî piştî zimanê çînî tê û dibe duyem ziman. Lê eger mirov ew kes ên ne îngilîzaxêfên û bi ingilîzî dizanin bihejmêre, îngilîzî li cîhanê dibe yekem ziman. 

Dema keybanû Elîsabet a Iê dibe xwedan tac û textê desthilatê, 1558, hingê hejmara îngilîzîaxêfan li giravên Îngilîztanê pênc mîlyon in.

 Heke em hejmara şêniya kurdîaxêf a wê serdemê bihizirin, divê teqrîben di wê derdorê de be. Herçendî di destê me de lêkolîn û statîstîk tunebin jî, bi hejmartineke girover mirov dikare bibêje di navbera  4-5 mîlyonî de bûye. Li vir hejmara bajar, gund û êlên kurdan bingehek ji bo texmînkirinê pêk tînin. 

Keybanû Eslîsabet a Iê demeke dirêj, ta 1603an, li ser textê desthilatê rûdine. Îngilîzî ji dema wê dest pê dike, ji zimanê giravekê dibe zimanê cîhanê. Dema keybanû Elîsabet a IIan di 1952an de, li ser text rûdine, êdî hejmara îngilîzîaxêfan 250 milyon in. 

Bi gotinên zimanzanan zimanê îngilîzî di sedsala 8an de derdikeve ango zimanê îngilîzî 1200 salî ye. Beriya 800î zaravayên cihê hene ku makîtiyê ji zimanê îngilîzî re dikin. Zimanê kurdî ji yê îngilîzî kevintir e. Hin zimanzan heta sedsala IIan a beriya zayînê dibin. 

Di dîroka zimanê îngilîzî de çar bûyer hene ku bûne bingeheke xurt û bi hêz ji bo geşkirin û pêşxistina zimanê îngilîzî. Bêguman gelek faktorên din jî hene lê ev çar rûdan ên bingehîn in. 

1. Teknîka çapê û çapxane

 Mîna ku tê zanîn teknîka çapkirina pirtûkan ji aliyê almanekî bi navê Johan Gutenberg ve di 1440î de, hatibû dîtin.

Îngilîzekî bi navê William Caxton ku bazirganiya caw dikir û ji ber vê yekê gelek caran ji giravê diçû parzemînê û li wir teknîka pirtûkçapkirinê hîn dibe. Di sala 1476an de li Westministerê çapxaneyek ava dike û dest bi çapkirina pirtûkan dike. Ev di dîroka zimanê îngilîzî û belavbûna pirtûkan de mîna şoreşekê tê hejmartin. Ew di sala 1491ê dimire lê heta hingê jî 80 pirtûkan bi zimanê îngilîzî çap dike. 

Teknîka çapkirinê kengê hatiye Kurdistanê yan kovar û pirtûk kengê bi zimanê kurdî hatine çapkirin? Gelo kurd bi xwe hînê vê teknîkê bûne yan kovar, rojname û pirtûkên xwe bi hinên din dane çapkirin? Ev mijar hêjayê lêkolînê ye.

Yekem rojnameya kurdî Kurdistan di 24ê nîsana 1898an de, li derveyî Kurdistanê çap dibe. Hin kovar û pirtûk bi zimanê kurdî ji 1900î heta 1920î li Stenbolê tên çapkirin. Bêyî ku em bikevin detay û teferûatan em dikarin bibêjin zimanê kurdî ji vê derfeta şoreşane îstîfade nekiriye û bi kar neaniye. 

2. William Shakespeare

Nivîskar û şanoger William Shakespeare di navbera salên 1564 û 1616an de jiyaye. Nivîskarekî gelek berhemdar bûye. Dema wî ya herî berhemdar di navbera 1590 û 1610î de ye. Di vê demê de du helbestên dirêj, nêzîkê 150 sonetî û 37 piyes nivîsandine. Berhemên wî û şanoya bi navê The Globe ku ew jî hevparekî ji xwedan tiyatroyê ye, di geşbûn û berfirehbûna zimanê îngilîzî de roleke sereke lîstine. Dema em li rewşa ziman û wêjeya kurdî ya wê demê bimeyzînin, dê bibînin ku dma herî geş û gur a ziman û wêjeya kurdî ye bi giştî û bi taybetî zaravayê kurmancî. Heke mirov wê demê, dema zêrîn a ziman û wêjeya kurdî bi nav bike ne çewt e.Melayê Cizîrî (1570-1640) hevçerxê William Shakespeare e, huner û nivîskariya wî di asteke gelek bilind de ye. Dîsan Feqiyê Teyran (1590-1660) û Ehmedê Xanî (1650-1707) du lûtkeyên ziman û wêjeya kurdî yên wê serdemê ne.Berhemên nivîskarên kurd mîna yên Shakespeare nehatin parastin, belav nebûn û bi awayekî berfireh di geşbûna ziman de rola xwe nelîstin. Bêguman sedemên vê yekê hebûn. Teknîka çapê nehatibû Kurdistanê, bi dest nivîsandin karekî gelek dijwar e û ne efektîv e. Xwendin û nivîsîn jî hingê gelek kêm bû. Ji ber vê yekê jî tiyatroya Shakespeare roleke mezin lîst. Ji ber ku temaşekirin û bihîstin bandoreke yekser li geşbûna ziman dike. Rola tiyatroya wê demê û televîyonê ji vê awirê ve dişibin hev. 

3. Wergera Încîlê ya 1611ê 

Ew wergera Încîlê ya 1611ê bi navê The Authorized Version an The King James Bible tê nasîn. Berî vê wergerê jî hin werger hene lê cih û rola vê wergerê di dîroka zimanê îngilîzî de gelek taybetî ye. Vê wergera Încîlê ji sê sed salî bêtir bandoreke gelek mezinli zimanê îngilîzî kiriye. Taybetî û girîngiya vê wergerê ew bûye ku bi zimanek sivik, rewan, herîkandî, têrwate, bi derbirîneke bihêz û pratîk hatiye nivîsandin. Ev wek yekem pirtûka pexşanî ya klasîk a Îngilîztanê tê zanîn. 

Me kurdan karekî wisan nekiriye, heke kiriba jî ev encam bi dest nediket. Ji ber ku jin, mêr, zarok, kal û pîr her xirîstiyenek diçe dêrê û bi zimanê xwe guhdariya  keşeyî dike. Herçendî mijar ol û oldarî be jî lê ziman wêjeyî ye.Mizgeftê nekariye vê rolê bilîze. Divê mirov Mishefa Reş ji bîr neke. 

4. Ferhenga ziman

 Yekem ferhenga ziman a îngilîzî di sala 1755an de bi navê A Dictionary of the English Language û navê nivîskarê ferhengê jî Samuel Johnson e. Vê ferhengê jî roleke mezin lîstiye di pêşxistin û berfirehkirina zimanê îngilîzî de. Herçendî hewildan hebûne û hene jî bi aweyekî rêk û pêk, bi metodên nû û zanistî ferhengeke baş û bi kêr ku hemû kurd jê kelkê bigirin, li ber dest tune ye. 

Çavkanî

Svartvik, Jan 2005: Engelska öspråk världsspråk trendspråk Stockholm: Pan.

Tîgrîs, Amed 2009: Perwerdeya bi zimanê dayîkê û pirzimaniya fermî Stockholm: Apec.

Uppsala universitet: Introduktionskurs i Nordkurdiska (Kurmanji) , Realiahäfte.

Robîn Rewşen
Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be

 

Nivîsên din yên nivîskar

Berhemên nû

Pirtûk

 

Ji APECê pirtûkên nû yên zarokan

E-mail: birnebun@hotmail.de...

Fîlm

 

Dema hespên serxweş

Filmê Kurdî - Dema Hespên Serxweş......

Kaset/CD

 

Kaseta Canê ya nû

  
  
  
  
  


Amed Tîgrîs
Amed Tîgrîs
Seîdê Sîsî
Seîdê Sîsî
B.Welatevîn
B.Welatevîn
Nazîf Mayî
Nazîf Mayî
Kamran Simo
Kamran Simo
Robîn Rewşen
Robîn Rewşen
Xizan Şîlan
Xizan Şîlan

Musîk

module by Inspiration

Lêpirsîn

Malpera nû çawa ye?
 
Vê gavê 2 mêvan di malperê de ne

Xwendîbêtir

Yên dawî